Li Qamişlo hişyarî ji belavbûna madeyên hişbir tê dayîn

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo semînerek li ser metirsiyên belavbûna madeyên hişbir û çawaniya xweparastina ji wê hate lidarxistin. Amadekarên semînerê bang li desthiata li Rojavayê Kurdistanê kirin ku li şûna girtîgehan, navendên çareseriyê ji bo bikarhênerên madeyên hişbir ava bikin.

Li Qamişlo ji aliyê tîma IPK simînarek derbarê çawaniya xweparastina ji madeyên hişbir û metirsiya belavbûna wê di nava gencan birêve çû. Yek ji endamên tîma IPK eşkere dike, li yek ji navendên Rojavayê Kurdistanê 260 bikarhênerên madeyên hişbir destserkirî ne ku temenê wan di navebra 14 û 20 salan de ye.

Endama tîma IPK Fehîma Yûsif ji K24ê re got: “Nifşê me yê nû niha ber bi karesatê ve diçe, ne tenê rastî leşkerkirina bi dare zorê tên, lê gencên me rastî karesata bikaranîna madeyên hişbir dibin.”

Kesên ku bi vê simînarê rabûne daxwaz ji desthilatê dikin li şûna zindanan navendên taybet ji bo çareserkirinê damezrînin.

Dr. Ehmed Hac Ibrahîm dibêje: “Em hêvî dikin ku navendên pispor bi çareseriya ji encamên madeyên hişbir bên vekirin, ji ber ku çareserkirina ji wê divê di navendê pispor de be, ji ber ku bandora vê madeyan li ser laşê bikarhêner diyar dibin û hindek caran haletên mirinê rû didin.”

Di Hezîrana borî de asayîşa li Rojavayê Kurdistanê belav kiribû, di nava salekî de wan kar li ser 522 dosyeyên madeyên hişbir kirine, di wê çarçoveyê de jî 2068 bikarhênerên madeyên hişbir, 1042 kesên ku difroşin û 6 bazirganên mezin girtine.