Rêyên derdora Keleha Kerkûkê hatin girtin

Ji tirsa encamdana xwepêşandanê li nêzîkî Keleha Kerkûkê, hêzeke mezin a ewlehiyê li bajêr hatine belavkir û rêyên gihiştina Keleha Kerkûkê hatine girtin.

Kerkûk (K24) – Ji tirsa encamdana xwepêşandanê li nêzîkî Keleha Kerkûkê, hêzeke mezin a ewlehiyê li bajêr hatine belavkir û rêyên gihiştina Keleha Kerkûkê hatine girtin.

Îro Pêncşemê 7ê Îlona 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, li ser dengoya destpêkirina xwepêşandana welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzeke mezin a ewlehiyê li derdora Keleha Kerkûkê hatin belavkirin û rêyên gihiştina Keleha Kerkûkê hatin girtin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Polîsê Kerkûkê Lîwa Kawe Xerîb ji Kurdistan24ê re ragihand, Polîsê Kerkûkê bi mebesta parastina asayîşa welatiyan di dema xwepêşandanê de, Polîsê Kerkûkê di erkê xwe de ye berdewam dibe û daxwaz kir ku xwepêşander rêkarên yasayî bigrin ber xwe.

Rêveberê Polîsê Kerkûkê diyar kir, îro du civîn li ser rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê hatin encamdan bi beşdariya Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah û li ser rewş û parastina asayîşa bajêr hat axaftin.

Roja 2ê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şoraw û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kirinç Di xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlehiyê gulle reşandin ser xwepêşanderên Kurd.

Ji ber reşandina gulleyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi ser xwepêşanderan de, çar welatiyên Kurd ên Kerkûkê yên bi navên "Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir" şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.

Tevî şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, çar rojnamevan û xebatkarên medyayê jî desteser kirin û yek jî birîndar kirin.