Dadgeha Fransayê biryara qedexekirina hîcabê li dibistanan pesend kir

Encûmena Dewletê ku li Fransayê dadgeha herî bilind a îdarî ye, biryareke hikûmetê ji bo qedexekirina hîcabê li dibistanên Fransayê pesend kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Dewletê ku li Fransayê dadgeha herî bilind a îdarî ye, biryareke hikûmetê ji bo qedexekirina hîcabê li dibistanên Fransayê pesend kir.

Li ser vê mijarê Dadgeha Îdarî ya Fransayê belav kiriye, piştî lêkolîna çend dozên li ser redkirina biryara qedexekirina hîcabê li dibistanan, biryara Wezareta Perwerdehiyê ya ji bo qedexekirina hîcabê pesend kiriye û di wê baweriyê de ne ku ev biryar cudakariya li dijî Misilmanan nîne.

Ev di demekê de ye ku dawiya meha borî, Wezîrê Perwerdehiyê yê Fransayê ragihand, li dibistanên Fransayê hemû nîşaneyên olî qedexe dikin, di nav wan de jî serpoşî. Vê yekê bertekên tund ên xwendekarên Misilman li pey xwe anî