Li Fasê erdhejeke bihêz rûda

Erdhejeke bihêz li Fasê (Mexrîb) rûda û li gor amaran nêzîkî 300 kesan canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Erdhejeke bihêz li Fasê (Mexrib) rûda û li gor amaran nêzîkî 300 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Navxwe ya Fasê ragihand, Îro danê sibê erdhejeke bihêz navenda bajarê Merakeşa geştyariyê, bajarên bakurê rojavayê Fasê hejand, di encamê de 296 kesan canê xwe ji dest dan û 160 kes jî birîndar bûn.

Li ser vê mijarê, Navenda Lêkolîn û Zanistiyê ya Erdhejê ya Fasê ragihand, hêza erdhejê 6.8 pileya Rîxterê bûye, di encamê de nêzîkî 300 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûne, bi dehan avahiyên bajarê Merakeşê ku bajarekî dîrokî ye, wêran bûne.

Televîzyona fermî ya Fasê diyar kirî erdheja vê sibê, erdheja herî bihêz a di dîroka Fasê de bûye.

Hikûmeta Fasê ji bo hawarçûna ziyandîtiyan bi dehan tîm ji Ribata paytext û bajarên din ên Fasê, şandin bajarê Merakeşê.