YE: Rûsya li ser asayîşa xureka 250 milyon kesan bûye gef

Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel ragihandiye, Rûsya bi rêya bombebarankirina benderên Ukraynayê û rêgirtina li hinardeya dexlûdan, bûye gef li ser asayîşa xurekê ya 250 milyon kesan li cîhanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel ragihandiye, Rûsya bi rêya bombebarankirina benderên Ukraynayê û rêgirtina li hinardeya dexlûdan, bûye gef li ser asayîşa xurekê ya 250 milyon kesan li cîhanê.

Roja Înê 8ê Îlona 2023an, Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel beriya destpêkirina Lûtkeya G20 li Hindistanê, di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî ku Rûsyayê rêkeftina Deryaya Reş betal kir, niha rêgirî li benderên Ukraynayê dike û bombebaran dike. Divê ev raweste.”

Charles Michel diyar dike: “Ez di wê baweriyê de me welatên endamên G20 dikarin fikra xwe ji bo berjewendiya mirovahiyê biguherînin û karên zêdetir bikin.”

Michel dibêje: “Rûsya êrîşkirina ser Ukraynayê didomîne û xelkê dikuje û bajaran wêran dike, zêdetirî 250 milyon kes di cîhanê de rûbirûyî qeyrana asayîşa xurekê bûne.”

Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê pêwîst dibîne ku ew keştiyên dexlûdan bar kirine, li Deryaya Reş rêyeke wan a bi silametî hebe.