Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê gihişt 632 kesan

Medyaya fermî ya Fasê (Mexrib) ragihand, heta niha ji ber erdheja vê sibê ya li welat, 632 kesan canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya fermî ya Fasê (Mexrib) ragihand, heta niha ji ber erdheja vê sibê ya li welat, 632 kesan canê xwe ji dest dane.

Îro Şemiyê 9ê Îlona 2023an, medyaya fermî ya Fasê ji Wezareta Navxwe ragihand, ji ber erdheja vê sibê ya li Fasê, 632 kesan canê xwe ji dest dane û 329 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Peymangeha Jeolojiyê ya Fasê jî di daxuyaniyekê de eşkere kir, erdhej bi hêza 7.2 ya pileya Rîxterê rûdaye û di nava sedsala borî de erheja herî bihêz bûye.

Li aliyê din, Navenda Jeolojiyê ya Amerîkayê jî eşkere kir, navenda erdheja Fasê bajarê Merakeşê bûye û di kûrahiya 18.5 kîlometre di bin erdê de qewimiye.