Firokeyeke bêfirokevan sînorê qezaya Mawet bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan sînorê qezaya Mawet bombebaran kir. Qaymeqamê qezayê dibêje, ji ber bombebaranê şewat derketiye, lê ti ziyanên giyanî tune ye.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Hewlêr (K24) - Firokeyeke bêfirokevan sînorê qezaya Mawet bombebaran kir. Qaymeqamê qezayê dibêje, ji ber bombebaranê şewat derketiye, lê ti ziyanên giyanî tune ye.

Îro Şemiyê 7ê Îlona 2023an, Qaymeqamê Qezaya Mawet Kameran Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand: “Vê sibê bi rêya firokeyeke bêfirokevan, gundê Basawê yê li sînorê qezaya Mawet hat bombebarankirin.”

Kameran Hesen eşkere kir ku "bombebaran nêzîkî demjimêr 09:10 xuleka sibeha îro hatiye kirin, ji ber wê şewat derketiye û di hewla kontrolkirina şewatê de ne".

Derbarê ziyanên bombebaranê de Kameran Hesen dibêje: “Ti welatiyekî sînorê qezaya Mawet ji ber bombebaranê ziyan nedîtiye.”