Dije Terora Kurdistanê li ser bombebarana qezaya Mawet zanyarî eşkere kirin

"Firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, mefrezeyeke çekdarên PKKê kire armanc û di encamê de du çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîdar bûye."

Hewlêr (K24) – Dije Terora Kurdistanê derbarê bombebarana îro ya qezaya Mawetê de zanyarî belav kirin û ragihand, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, mefrezeyeke çekdarên PKKê kire armanc û di encamê de du çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîdar bûye.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro şemiyê 9ê Îlona 2023an, di demjimêr 10:00an de, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, mefrezeyeke çekdarên PKKê li derdora gundê Basawê yê li qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê kiriye armanc û di dencamê de du çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîdar bûye.

Pêştir, Qaymeqamê Qezaya Mawet Kameran Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand: “Vê sibê bi rêya firokeyeke bêfirokevan, gundê Basawê yê li sînorê qezaya Mawet hat bombebarankirin.”

Kameran Hesen eşkere kir ku "bombebaran nêzîkî demjimêr 09:10 xuleka sibeha îro hatiye kirin, ji ber wê şewat derketiye û di hewla kontrolkirina şewatê de ne".