Mesûd Mela Perwêz: Taxên Kurdan li Kerkûkê bûne baregehên leşkerî

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrekî siyasî dibêje, Bexda hîn jî bi zihniyeteke şovenîst li Kerkûkê tevdigere û taxên Kurdan ên Kerkûkê jî bûne baregehên leşkerî. Herwiha tekez dike, Kurd ti carî dest ji Kurdistanîbûna Kerkûkê bernadin.

Çavdêrê siyasî Mesûd Mela Perwêz ji K24ê re ragihand, dema hikûmeta Iraqê di sala 2003an de, piştî rêjîma Beis hat avakirin, serkirdayetiya Kurdistanê daxwaz kir ku pirsa Kerkûkê di çend qonaxan de were çareserkirin, Ji ber wê yekê jî madeya 140 ya destûrê ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek danî, lê mixabin bi zihniyeteke kevnar û siyasî berdewam dihat paşxistin û paşxistin, heta îro Kerkûk bûye navendeke leşkerî ya mezin, bi taybetî taxên Kurdan. Di her taxekê de çend zirîpoş û tank hene, eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, dê rewşek pir xirab li Kerkûkê derkeve holê.

Mesûd Mela Perwêz got: “Ew rêgirtina ku ji aliyê Ereban ve li taxên Kurdan hatine kirin, ji bo tehrîkkirina Kurdan bû. Ew ne xwepêşandanek bû, lê bi zihniyeta kevn dixwestin Kerkûkê bi rêve bibin û kontrol bikin.”

Mesûd Mela Perwêz got, divê Kurd li Kerkûkê bibin yek û divê gotereke wan a hevbeş hebe, da ku bikarin bernameya xwe pêşkêşî neteweyên din bikin. Lê mixabin li Kerkûkê tiştekî wisa nîne, ji ber wê jî Ereb ji vê derfetê, sûd werdigirin.

Her wiha got: “Destek derve û planeke herêmî heye bo agir li Kerkûkê derkeve ku helbet ne tenê Kerkûkê, belkû dê zirarê bigihîne Iraqê jî.

Mesûd Mela Perwêz tekez kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rêkeftin tenê li ser wê yekê nekiriye ku tenê cihên xwe li Kerkûkê vegerîne, lê belê rêkeftin kiriye ku leşker, Heşdî Şeibî û desthilata leşkerî li Kerkûkê jî nemîne.

Got jî: Eger ew rêkeftina ku li gel hikûmeta Îraqê li ser rewşa Kerkûkê hatiye kirin, wek xwe bê cîbicîkirin, dê rewşa Kerkûkê asayî bibe û ti pirsgirêk dernekevin.

Wî çavdêrê siyasî tekez kir ku Kurd ti carî dest ji Kurdistanîbûna Kerkûkê bernadin.

Êvara roja Şemiyê 2ê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şoraw û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kirinç Di xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlehiyê gulle reşandin ser xwepêşanderên Kurd.

Ji ber reşandina gulleyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi ser xwepêşanderan de, çar welatiyên Kurd ên Kerkûkê yên bi navên "Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir" şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Îraqî hejmarek ji xortên Kurd li Kerkûkê bi tometa beşdarbûna di xwepêşandanan de girtine û xalên pişkinînê li ser cadeyên giştî û taxên Kurdan danîne û rê li çûnûhatina welatiyan digirin.