Li Parîsê êrîş li balyozxaneya Îranê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî ajansên Îranê, Balyozxaneya Îranê ya li Parîsê ji aliyên kesên nenas ve rastî êrişekê hat û agir bi deriyekî balyozxaneyê ketiye.

Li gorî zanyariyan, heya niha berpirsên êrîşê nehatine eşkerekirin û polîsên Fransayê dest bi lêkolînê kirine.

Ajansên Îranê amaje bi wê dikin, li gorî Peymana Viyenê, divê polîs û hêzên ewlehiyê yên Fransayê nûneratiyên Îranê yên li Parîsê biparêzin, lê îro danê êvarê êrişî balyozxaneya Îranê li Parîsê hat kirin.