Hejmara qurbaniyên erdheja Mexribê 2 hezar kes derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Mexribê da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de canê xwe jidest dane derket 2 hezar û 12 kesan.

Duhî danê sibê erdhejeke bihêz li bajarê Merakeşê û bajarên din ên bakurê rojavayê Mexirbê rû dabû.

Wezareta Navxwe ya Mexribê da zanîn, hejmara kesên di erdhejê de canê xwe jidest dane gihîşt 2 hezar û 20 kesan, hejmara birîndaran jî bi ser 2 hezar kesî ket.

Hêzên artêşê û ewlehiyê ji bo rizgarkirina qurbaniyan di bin kavilan de mane, ber bi navçeyên erdhejê ve hatine şandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Desthilatdarên giştî li ser hewlên xwe yên ji bo rizgarkirin û derxistina birîndaran komkirina hemû şiyanên pêwîst ji bo rûbirûbûna bandorên vê karesata biêş berdewam in.”