Serokê Desteya Jîngehê: Sê navçeyên Herêma Kurdistanê di bin metirsiya bayabanbûnê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Jîngehparêziyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, wan daxwaz ji Netewên Yekgirtî kiriye ku alîkariya wan bike ku sê navçeyên Herêma Kurdistanê kesk bikin, ji ber ku metirsiya beyabanbûnê li ser wan heye.

Serokê Desteya Jîngehparêziyê Ebdulrehman Sadiq di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Herêma Kurdistanê di warê parastina jîngehê de çendîn destkeft bidest xistine ku li navçeyên din ên Iraqê nîne. Di nav wan de jî, bikaranîna enerjiya paqi ji bo hilberîna elektrîkê.

Ebdulrehman Sadiq got, ti amareke diyarkirî li ser rêjeya beyabanbûnê li Herêma Kurdistanê nîne Lê wan daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku alîkariya wan di keskkirina her sê deverên Germiyanê, başûrê Duhokê û rojavayê Hewlêrê bike, ji ber ku metirsiya bayabanbûnê li ser wan heye.

Ebdulrehman Sadiq derbarê hemahengiya di navbera Desteya Jîngeha Kurdistanê û Wezareta Jîngehê ya Iraqê de got. "Em weke Desteya Jîngehparêziya Kurdistanê, di 15 rêkeftinên navdewletî yên jîngehparêzî de peywendiyên me ligel Wezareta Jîngehparêziya Iraqê hene û nûnerê me Reza Xeylanî jî di hemû civînên wan de beşdar dibe.”

Konferansa Guhertina Keşûhewayê (COP28) di dawiya meha Mijdarê de li bajarê Dubaî yê Îmaratê tê lidarxistin û Serokê Desteya Jîngehparêziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Jîngehê ya Iraqê jî tê de beşdar dibin.