Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê serdana Kerkûkê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ji K24ê re ragihand, roja Sêşemê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bûyerên vê dawiyê yên li Kerkûkê û şehîdkirina 4 welatiyên Kurd, dê serdana wî bajarî bike.

Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê lêkolînê li ser aloziyên li Kerkûkê di destpêka vê mehê de û şehîdbûn û girtina rûniştvanên taxên Kurdan li Kerkûkê lêkolîn dike. Piştre jî dê li ser encamên serdana xwe bow î bajarî raporekê amade bike û pêşkêşî aliyên pêwendîdar bike.

Piştî bûyerên 3ê Îlonê û şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li Kerkûkê, rewşa Kerkûkê aloz bûye û hêzeke mezin yên leşkerî li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine bicihkirin.

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da ku li gorî rêkeftina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li Kerkûkê ji wê partiyê re bêne vegerandin, alozî li bajêr derketin.

Beşek ji Ereb û Tirkmenên Kerkûkê bi piştevaniya hêzên Asayib Ehil Heq li dijî vê biryara Sûdanî, roja 28ê Tebaxa borî rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê girtin û di encamê de çûnûhatina welatiyan hate astengkirin.

Roja 2ê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şorawe û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kirin, di xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlehiyê gulle reşandin ser xwepêşanderên Kurd.

Ji ber reşandina gulleyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi ser xwepêşanderan de, çar welatiyên Kurd ên Kerkûkê yên bi navên "Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir" şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.

Tevî şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, çar rojnamevan û xebatkarên medyayê jî desteser kirin û yek jî birîndar kirin.