Erdogan: Amerîka ji bo dayîna F-16 mercê endamtiya Swêdê bo NATOyê daye pêşiya me

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere dike, Amerîka ji bo dayîna firokeyên F-16 şerta endamtiya Swêdê bo NATOyê dide pêşiya wan.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe ya li Lûtkleya G20ê de eşkere kir, wî digel Serokê Amerîkayê Joe Biden hevdîtinek kurt kiriye û Amerîka ji bo dayîna firokeyên F-16 şerta endamtiya Swêdê bo NATOyê dide pêşiya Tirkiyeyê, lê ew şertekî bi vî rengî rast nabînin, bêyî ku Swêd pabendê sozên xwe be.

Erdogan got, heta ku Parlamentoya Tirkiyeyê endamtiya Swêdê bo NATOyê qebûl neke, ew jî nikare qebûl bike. Ew nikare bi serê xwe biryarê li ser endamtiya Swêdê bide. Heta Swêd berprisiyariyên xwe neyne cih, ew ê çaverêya biryara parlamentoya welatê xwe be.

Duhî 9ê Îlona 2023an, 18emîn Lûtkeya welatên Grûpa 20 bi amadebûna Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û çendîn serkerdeyên din, li bajarê New Delhi yê Hindistanê dest pê bike.

Lûtkeya G20 a li New Delhi dê du roj bidome û mijarên sereke yên lûtkeyê; mijara asayîşa xurekê, aboriya dîjîtalî, çandinî, şerê Ukraynayê û enerjî ye.

Lûtkeya G20 ji bîst welatên xwedî aboriya herî bihêz ên cîhanê pêk tê û ji sala 1999an ve hatiye damezrandin. Lûtkeya herî dawî ya G20, par li girava Balî ya Endonezyayê hat lidarxistin.