Çend helîkopter gundekî Amediyê bi tundî bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Duhokê da zanîn, çend helîkopteran bi tundî sînorê gundê Sigêrê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê dem bi dem wan deveran bombebaran bike û ji bilî ziyanên canî û madî, ziyanên mezin gihîşte navçeyên çandinî û geştiyariyê.

Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Mayî hefteya borî ji K24ê re ragihand, ji ber hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 197 gundên sînorên Amêdiyê vala bûne.

Qeymeqamê Amêdiyê got jî: “Hebûna çekdarên PKKê bûne sedem ku gundên Amêdiyê neyin avedankirin, proje neyin cibicîkirin û xizmetguzariyên pêwîst ji gundiyan re neyin pêşkêşkirin, ji ber wê jî koçberiyek ji gundan ber bajarên sereke ve rû daye.”