Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê îsbat kir ku gelê Kurdistanê rêya serî netewandinê daye ber xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Îlona 2023an peyamek bi boneya salvegera 62emîn a Şoreşa Îlonê de belav kir û tê de ragihand, “Şoreşa Îlonê bo tevahiya dijmin û neyarên Kurdistanê ev yek îsbat kir ku, gelê Kurdistanê rêya serî netewandinê daye berxwe ne rêya xwe teslîm kirin û ser tewandinê.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Di 62emîn salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê de, bi rêzdarî ve tevahiya Têkoşer, pêşmergeyên qehreman û beşdarên ev şoreşa girseyî û seraserî ya Kurdistanê bibîr tînin.

Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bû ku, tevahiya pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê di bin Serkirdatî û Rêberatiya nîştimanî ya me cenabê Barzaniyê Nemir de bo bidest xistina armancên mezin yên hevbeş, tê de beşdar bûn, çend destanên serkeftinê tomar kirin û serwerî û destkeftên gelek mezin bo gelê Kurdistanê bidest anî.

Di wan rojên dijwar de berxwedan û lehengiya pêşmergeyên jêhatî û xelkê Kurdistanê bi giştî li cîhanê de deng veda heta niha jî ne tenê azadîxwazên Kurdistanê belku, azadîxwazên tevahiya cîhanê bi rêzdarî ve li şoreşa Îlonê dinêrin.

Jiber vê çendê bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê lazime bibe handerek zêdetir bo tevahiya me daku, biîsrar bin li ser bidest xistina mafên destûrî û bi xemxwerî û dilsozî ve tevahiya destkeftiyên nîştimanî yên heyî biparêzin ku berhema ked, xebat û qurbanîdan, şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê ne bi taybetî şoreşa Îlonê ku, yek ji destkeftiyên dîrokî yên vê rêkeftinnameya 11ê Adara 1970an bû, dema hikûmeta vê demê ya Îraqê hate neçarkirin ku, beşek ji mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Şoreşa Îlonê bo tevahiya dijmin û neyarên Kurdistanê ev yek îsbat kir ku, gelê Kurdistanê rêya serî netewandinê daye berxwe ne rêya xwe teslîm kirin û ser tewandinê.

Silav bo rihê paqij yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

11ê Îlona 2023an