Li Herêma Kurdistanê 3 erdhej rû dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê ragihand, îro Duşemê 3 erdhej li Duhok û Kerkûkê rû dan.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 00:43 erdhejek bi hêza 4.7 li bakurê rojhilatê Xurmatû li parêzgeha Kerkûkê rû da.

Da zanîn jî, li parêzgeha Duhokê li nêzîkî sînorî Tirkiyê di demjimêr 00:38 erdhejek bi hêza 3.1 li parêzgeha Duhokê rû da.

Herwiha diyar kir, li parêzgeha Duhokê li nêzîkî sînorî Tirkiyê di demjimêr 00:44 erdhejekeke din jî bi hêza 4.6 li parêzgeha Duhokê rû da.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê bang li welatiyan kir ku bi hişyarî tevbigerin, xwe ji gotegot û nûçeyên derew dûr bigirin û pabendî fermanên erdhejê yên ku ji aliyê wan ve tên dayîn bibin.

Li gorî zanyariyan, erdhej li bajarên din ên Herêma Kurdistanê û naverasta Iraqê jî hatiye hîskirin.

Ji aliyekî din ve, Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) a Tirkiyê ragihand, erdhej li Colemêrg û navçeyên wê jî hatiye hîskirin.