Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê werzê perwerdehiyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro werzê perwerdehiyê dest pê kir û bi milyonan xwendekar çûn ser dersên xwe.

Piştî betlaneya sê mehan a havînê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo 20 milyon xwendekar û milyonek û 200 hezar mamoste werzê xwendinê ya sala 2023 – 2024an dest pê kir.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egitim-Sen balê dikşîne ser pirsa mafê perwedehiya bi zimanê dayikê û dide zanîn ku, werzê xwendinê îsal jî wekî hemû salan pir ji pirsgirêkan dest pê dike û bi milyonan xwendekarên Kurd ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in û divê hikûmeta Tirkiyê vî mafî nas bike û derfetên pêrwedehiyeke hevçerx û pêşketî ava bike.