Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê ji bo parastina nasnameya gelê Kurdistanê şoreşa herî mezin bû

“Şoreşa mezin a Îlonê bi rêberiya Barzaniyê Nemir ezmûneke bêhempa ya xebat û têkoşînê bû.”
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya destpêkirina Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û ragihand: “Şoreşa mezin a Îlonê bi rêberiya Barzaniyê Nemir ezmûneke bêhempa ya xebat û têkoşînê bû.”

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Şoreşa Îlonê şoreşa herî mezin a siyasî û çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû ji bo parastina nasname û berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û berqerarkirina demokrasiyê li Iraqê.”

Serok Barzanî diyar dike: “Di 62emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de pêzanînên min ji bo xebat û westana hemû şoreşger û Pêşmerge û kadroyên Şoreşa Îlonê heye, ku rola wan hebû di şoreşa mezin de û şanazî ji bo gelê xwe tomar kirin.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Îlonê şoreşa herî mezin a siyasî û çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû ji bo parastina nasname û berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û berqerarkirina demokrasiyê li Iraqê. Şoreşa mezin a Îlonê bi rêberiya Barzaniyê Nemir ezmûneke bêhempa ya xebat û têkoşînê bû ku hemû navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê û hemû çînên civakê û tevaya pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê tê de beşdar bûn.

Di 62emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de pêzanînên min ji bo xebat û westana hemû şoreşger û Pêşmerge û kadroyên Şoreşa Îlonê heye, ku rola wan hebû di şoreşa mezin de û şanazî ji bo gelê xwe tomar kirin.

Mesûd Barzanî

11ê Îlona 2023an