Fazil Mîranî: Nabe medyaya civakî serkirdetiya miletekî bike

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî derbarê bandorên medyaya civakî li ser helwestên siyasî yên li Herêma Kurdistanê got: “Nabe medyaya civakî serkirdetiya miletekî bike.”

Hewlêr (K24) - Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî derbarê bandorên medyaya civakî li ser helwestên siyasî yên li Herêma Kurdistanê got: “Nabe medyaya civakî serkirdetiya miletekî bike.”

Fazil Mîranî di semînerekê de bi boneya 62 saliya destpêkirina Şoreşa Îlonê ragihand, tiştê niha li medyaya civakî ya Herêma Kurdistanê diqewime hinek destên biyanî û herêmî ji bo têkbirina rewşê li paş wê ye.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê diyar kir, nabe medyaya civakî serkirdetiya miletekî bike.

Herwiha got: “Medyaya civakî amrazeke teknolojiya serdemê ye, dibe bi başî sûd jê were wergirtin, lê belê tiştê girîng ew e ku serkirdetiya partiyan li şûna serkirdetiya medyaya civakî nekevin.

Li ser neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, Fazil Mîranî diyar kir, hikûmeta Iraqê bi helwestên îro, dixwaze xelkê Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Herêmê razî nebe, ev jî merameke din li paş wê heye.