Îran: Di demeke nêz de rêkeftina pevguhertina zindaniyan ligel Amerîkayê tê cîbicîkirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, welatê wan geşbîn e bi cîbicîkirina rêkeftina pevguhertina zindaniyan ligel Washingtonê di demeke nêz de.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, welatê wan geşbîn e bi cîbicîkirina rêkeftina pevguhertina zindaniyan ligel Washingtonê di demeke nêz de.

Nasir Kenanî diyar kir, di rojên bê de hemû pereyên blokkirî yên Tehranê yên li Koreya Başûr, ku 6 milyar dolar e, tê azadkirin û got: “Ev du mijar bi hev ve nehatiye girêdan.”

Jêderekî ji Reustersê re ragihandiye, veguhestina pereyên Îranê bo bankarên Qeterê di vê hefteyê de dibe sedema rêkeftinekê, ku tê de pênc welatiyên Amerîkî, Îranê bi cih dihêlin û hejmarek wek wan, zindaniyên Îranî ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine desteserkirin, vedigerin mala xwe.

Di 10ê Tebaxê de wek pêngava sereke, Îranê çar welatiyên Amerîkî ji zindana Evîn a Tehranê berdan û li zindana neçarî ya li malê hatin danîn.

Piştre di wê rojê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken vê pêngavê wek yekem pêngava di proseyekê de bi nav kir ku dibe sedema vegera wan bo welatê xwe.