Komîta Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê serdana Kerkûkê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Komîta Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê bi mebesta lêkolîna li ser rewşa ewlehiyê û aloziyên vê dawiyê yên bajarê Kerkûkê, serdana wî bajarî bike.

Endamê Komîta Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ji K24ê re ragihand, Komîta Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bûyerên vê dawiyê yên li Kerkûkê û şehîdkirina 4 welatiyên Kurd, îro 12ê Îlona 2023an serdana wî bajarî dike.

Komîta Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê lêkolînê li ser aloziyên destpêka vê mehê yên li Kerkûkê û şehîdkirin û girtina rûniştvanên taxên Kurdan li wî bajarî dike, piştre jî dê li ser encamên serdana xwe raporekê amade bike û pêşkêşî aliyên pêwendîdar bike.

Piştî roja 2ê Îlona ve aloz bûye ku di encamê de 4 welatiyên Kurd hatine şehîdkirin, çend kesên din jî birîndar bûne û çend ciwanên Kurd jî hatine girtin, rewşa Kerkûkê aloz bûye û hejmarek ji otomobîl û zirîpoşên leşkerî li taxên Kurdan hatine bicihkirin.