Sefîn Dizeyî: Veberhênerên Nemsayê hewla bidestxistina derfetên veberhênana li Herêma Kurdistanê didin

Hewlêr (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir, pêwendiyên bihêz di navbera her du gel û hikûmeta Nemsayê û Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û got, veberhênerên Nemsayê hewla bidestxistina derfetên veberhênana li Herêma Kurdistanê didin.

Îro Sêşemê 12ê Îlona 2023an, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser serdana Wezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg bo Herêma Kurdistanê, ji K24ê re ragihand, berê û niha pêwendiyeke bihêz di navbera her du gel û hikûmeta Nemsayê û Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.

Sefîn Dizeyî tekez kir ku Nemsa û gelê wê di rabirdûyê de ji aliyê soz û rêzgirtina li doza rewa ya gelê Kurd, pêwendiyeke wan a bihêz ligel gelê Kurd û Kurdistanê hebûye.

Herwiha destnîşan kir, Wezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg sibe çarşemê 13ê Îonê, dê ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî hevdîtinan bike.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku hejmarek veberhêner û karsaz ligel Wezîrê Derve yê Nemsayê ne û beşdarî konferanseke biçûk dibin, ku zêdetir li ser nasandina aliyê aborî yê Nemsa û Heêrma Kurdistanê û dîtina derfetên sermayeguzariya kompaniyên Nemsayê li Herêma Kurdistanê ye.

Îşev 12ê Îlona 2023an, Wezîrê Derve yê Nemsayê  Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihişte Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Nemsayê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û hejmarek ji berpirsên din ên hikûmî ve pêşwazî lê hat kirin û sibe çarşemê dest bi civînên fermî dike.