Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê lêda

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Îlona 2023an, zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2023 – 2024an lêda.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro dibistana Navendî ya Têkel ya gundê Korî yê Hewlêrê vekir û li wê dibistanê zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2023 – 2024an lêda.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê gotarek pêşkêş kir û tê de destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê li xwendekar û mamosteyan pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Herwiha got: “Xweşhal im ku me îro ev dibistana nû veir ku bi awayekî serdemyane hatiye vekirin. Berî du salan dema ku lehî li gundê Korî rabû û em hatin serdana wê bikin û ziyanan binirxînin, wê demê gencek hate cem min û daxwaza avakirina dibistanekê ji me kir. Me jî bi hevkariya sektora taybet, Grûpa Qeywan ev dibistan ava kir. Em spasiya wan dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ji bo me perwerde û xwendin, sîma pêşeroja welatê me pêşan didin, ji ber wê em giringiyeke mezin bi perwerde, xwendin û nifşên nû yên Kurdistanê didin. Xwendekar ne tenê li dibistanan fêrî xwendinê dibin, lê perwerde jî dibin. Em dixwazin xwendin û perwerde bi baştirîn awa bipêş bikeve, ji bo xwendekar jî bi behreyên xwe ji bo pêşxistina Kurdistanê bikar bînin, ji welatê xwe hez bikin û jîngeha wê biparêzin û qedir û qêmeta Pêşmergeyên ku ev Kurdistan ava kirina bizanin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Wezîrê Perwerde û hemû staf û karmend wezareta perwerdehiyê kir û amaje bi wê yekê kir ku tevî gelek zehmetî û astengiyan, hewl dan bi baştirîn şêwe xizmet pêşkêşî xwendekar û mamosteyan bikin.

Herwiha got: “Di dema borî de, hewlên gelekî cidî hatine dayîn ku çaksazî di sektora perwerde bê kirin û gavên baş jî hatine avêtin. Em ne di rewşeke asayî de ne, gelek kêşe û pirsgirêkê ji Herêma Kurdistanê re hatine derxistin, lê me karî bi ser wan kêşe û pirsgirêkan bikevin. Spasiya mamosteyan dikim ku herdem ked û hewl dan ku xwendekaran fêr û perwerde bikin û nehêlin sektora perwerde bipaş bikeve. Yek ji nîşaneyên pêkeştina welatê me ew e ku nifşên me yên baştir be. Perwerdeyeke baştir, dikare welatekî baştir ji me re ava bike.”

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îsal zêdetir ji 1.7 milyon xwendekar beşdarî proseya perwerdehiyê dibin. Di nav wan de 158 hezar xwendekarên nû hatine tomarkirin.

Li gorî agahiyan, xerciya sektora perwerdeyê ya salane du trilyon dînar e û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê xerckirin.