Mesrûr Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan emê serdana Bexdayê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, serdana Bexdayê dike û ligel aliyên siyasî yên Iraqê dicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasima lêxistina zengilê sala nû ya xwendinê li Hewlêrê di gotarekê de got: “Em bi niyaz in ku serdana Bexdayê bikin û hewl bidin bi awayekî aştiyane kêşeyên xwe çareser bikin. bihna me ya fireh, nayê wateya lawazbûna Herêma Kurdistanê, lê xema me ye ku rê nedin kêşe ber bi riyeke din ve biçin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêyên aştiyane çareser bikin û hemû mafên gelê Kurdistanê ên aborî û mafên wî yên destûrî misoger bikin.”

Da zanîn jî: “Em dixwazin serdana aliyên siyasî yên Bexdayê bikin û bizanin çima bi vî rengî bersiva gelê Kurdistanê tê dayîn. Dema gelê Kurdistanê hemû xelkê hembêz kir, me hêvî dikir ku hemû Iraqî jî berevaniyê li maf û sayesteyên gelê Kurdistanê bikin. Em dixwazin bizanin çima siyaseta birçîkirina gelê Kurdistanê dimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku serkeftina Herêma Kurdistanê, serkeftina tevahiya Iraqê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Di serdanên berê yên bo Bexdayê de, me gelek rêkeftinên baş ligel Serokwezîr pêk anîne û em di wê baweriyê de ne ku ev rêkeftin dê bibe sedema aramiya zêdetir li Iraqê û pêşketina welatê me. Lê mixabin rê li wan hat girtin û nehîştin ew peymanên me yên bi Serokwezîr re pêk bînine, bikevin warê cibicîkirinê. Lê em careke din alîgirê dîtina çareseriyekê ne, lewma di serdana xwe ya bo Bexdayê de emê hemû hewlên xwe bidin ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane.”