Wezîrê Derve yê Awusturya ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg li Hewlêrê yekem civîna xwe ya fermî, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir.

Got jî ku, biryar e piştî civînê, Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg serdana korbenda aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Awusturya de bike û piştre bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.

Pemanêrê diyar kir, niha Ofîsa Bazirganî ya Awusturya li Hewlêrê heye û di hevdîtinên îro yên li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê de, dê behsa şêwaz û mekanîzma vekirina Konsulxaneya Giştî ya Awusturya li Hewlêrê bê kirin.

Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg şeva borî bi serdanekê gihîştibû Hewlêrê.