Wezîrê Derve yê Awusturya: Emê bi Mesrûr Barzanî re behsa pêşxistina pêwendiyan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Awusturya got, ew ê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behsa pêşxistina pêwendiyên di navbera Awusturya û Herêma Kurdistanê de bikin û dê hewl bidin ku konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin.

Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg ji K24ê re got: “Ez li gel şandeke mezin a bazirganiyê li vir im ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê. Di vê serdanê de gelek mijarên me hene ku em dixwazin gotûbêj bikin.”

Schallenberg got: “Pêwîstiya me bi danûstandinên siyasî û bazirganî yên zêdetir bi Herêma Kurdistanê re heye. Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir im.”

Herwiha got: “Pêwendiyên me rasterast li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di çend waran de hene, kompanyayên Awusturya li vir in û veberhênanê dikin.Karsazên Awustûryayê dixwazin zêdetir û karê xwe li vir bipêş bixin ku ev jî armanca me ya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”

Got jî: “Min duhî Balyozxaneya Avusturya li Bexdayê vekir. Em ê gavên din jî bavêjin. Hêvîdar im gava pêş me, vekirina konsulxaneya li Herêma Kurdistanê be.”

Wezîrê Derve yê Awusturya dê îro bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive û wê derbarê de got: “Em ê li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Awusturya de gotûbêjan bikin.”

Wezîrê Derve yê Avusturya Alexander Schallenberg şeva borî bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê.