Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Awusturyayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 13ê Îlona 2023an pêşwazî li Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg û şanda pê re kir.

Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg îro pêştir ji K24ê re gotibû: “Ez li gel şandeke mezin a bazirganiyê li vir im ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê. Di vê serdanê de gelek mijarên me hene ku em dixwazin gotûbêj bikin.”

Herwiha got: “Pêwendiyên me rasterast li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di çend waran de hene, kompanyayên Awusturya li vir in û veberhênanê dikin.Karsazên Awustûryayê dixwazin zêdetir û karê xwe li vir bipêş bixin ku ev jî armanca me ya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”

Got jî: “Min duhî Balyozxaneya Avusturya li Bexdayê vekir. Em ê gavên din jî bavêjin. Hêvîdar im gava pêş me, vekirina konsulxaneya li Herêma Kurdistanê be.”