Serok Barzanî bi Wezîrê Derve yê Awusturyayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Îlona 2023an pêşwaziya Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schollenberg kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên dîrokî yên di navbera Awusturya, Iraq û Herêma Kurdistanê de û rêyên berfirehkirina wan pêwendiyan hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Awusturyayê tekezî li ser giringiya welatê xwe bo piştevaniya aborî bo Iraq û Herêma Kurdistanê û veberhênanê kir.

Di derbarê pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî, Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya diyalogê wek rêyeke çareserkirina kêşeyan li ser bingeha hevsengî, hevparî û lihevkirinê bi piştbestin bi destûrê kir.