Serok Barzanî: Hêvîdar im çareseriyeke aştiyane ji bo têkoşîna gelê Kurd li Tirkiyê were dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Îlona 2023an, pêşwazî li şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Serokê Partiya Sosyalîst Bayram Bozyel kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya navçeyê û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kurteyek li ser rewşa aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyê pêşkêş kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî kir û hêvî xwast ku çareseriyeke aştiyane û dûr ji tundiyê ji bo têkoşîna gelê Kurd li Tirkiyê were dîtin.