Du Kurd di hilbijartinên şaredariyên Norwecê de bi ser ketin

Hilbijartinên Şaredariyên Norwecê birêve çû û tê de du Kurd bi ser ketin, ku yek ji wan ji nav nêzîkî pênc sed rikaberan karî di mezintirîn hilbijartinên bakurê Norwecê serkeftinê bi dest bixe.

Hewlêr (K24) – Hilbijartinên Şaredariyên Norwecê birêve çû û tê de du Kurd bi ser ketin, ku yek ji wan ji nav nêzîkî pênc sed rikaberan karî di mezintirîn hilbijartinên bakurê Norwecê serkeftinê bi dest bixe.

Rojên 8 heta 11ê Îlona 2023an, Hilbijartinên Şaredariyên Norwecê birêve çû, ku tê de 32 Kurd namzed bûn, ji wan namzedan Elî Hirûrî, ku ciwanekî xelkê gundê Hirûrê yê ser bi devera Berwarê Bala yê parêzgeha Duhokê ye, kariye di nav rikaberiya nêzîkî 500 namzedan de bi ser bikeve û bibe endamê encûmenê.

Elî Hirûrî pêştir Cîgirê Parêzgarê Bodoyê bi wekalet wergirtibû, 16 sal jî serok û endamê fraksiyona Partiya Karkeên Norwecê bûye li Encûmena Şaredariya Bodo, ku navenda herêma Oland e.

Li aliyê din, Segvan Gulî ku welatiyekî xelkê Zaxo ye û cara duyem di hilbijartinên şaredariyên Norwecê de bi ser dikeve û dibe endamê Şaredariya Olasund.

Di vê hilbijartinê de weke hilbijartinên borî, hejmara wan Kurdên ku xwe namzed kiribûn, di navbera 30 û 40 kesan de bû û armanca wan ew bû ku dengê pêwîst bi dest bixin û bigihin şaredariyên wî welatî, ku hejmara wan 350 şaredarî ye.