Li Stenbolê jiyanên dijwar ên li jûrekê asê mane

Bihabûn û helawisana zêde ya li Stenbolê jiyana niştecîhên li vî bajarî dijwartir dike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Bihabûn û helawisana zêde ya li Stenbolê jiyana niştecîhên li vî bajarî dijwartir dike. Li bajêr di salekê de maliyeta jiyanê ji%80,59 zêde bû. Gelek kes ji ber bihabûnan xaniyek ku ji yek jûreyê pêk tê kirê dikin û radigihînin hêza me têrî jiyana jûrekê dike.

Daya Bucak li nav kûçe û kolanên Stenbolê her roj bi komkirina plastîkan li nav gemaran hewla berdewamiya jiyana xwe dide.

Siya aboriya giran a li vî bajarî li ser niştecîhên bi taybet li van kûçeyên kevn ku hatine jibîrkirin dijîn gelek belav bûye ku jiyana wan her diçe pê zehmettir dibe.

Daya Bucak ji K24ê re diyar kir: “Ji bo jiyaneke asayî bo her mirovek pêdivî bi 30 hezar lîre heye lê ji ber zêdebûna lêçûn û helawisan ev reqema heyî her diçe zêdetir dibe. Ez tenê dijîm. Binêrin bi van plastîkan ez debara xwe dikim. Tenê ji bo jûreke xanî ez 3 hezar lîre didim çibkim hêza min têrî jiyana jûrekê dike.”

Li gor sala borî lêçûn û maliyeta jiyana li Stenbolê îsal ji%80,59 zêdetir bû ku ev jî dibe sedema daketina hêza kirîna xelkê vî bajarî. Berê xanîyek ji 3 jûreyan dihat kirêkirin lê niha ji ber bihabûnan gelek kes di xaniyeke kevn de tenê ji jûrekê pêk tê dijîn.

Welatiyê bi navê Hasan Kasan dibêje: “Beriya 20 salan bavekî xweytiya 10 zarokan dikir niha 10 kes nikare xwe bi xwe xweytî bike. Ez nava rojê diçim înşaatê karkerî dikim. Êvarê jî diçim otêlê dixebitim firaqan dişom da ku pêdiviyên xwe peyde bikim. Ji ber bihabûnan di vê jûreke kevn de dijîm.”

Li gor ragihandina Ajansa Plansazî ya Stenbolê ya bi ser şaredariya bajêr ve ye ji bo malbateke 4 kesî pêdiviyên xwe yên sereke peyde bike pêwistî bi 42 hezar û 593 lîre heye.

Lê gelek malbatên li vî bajarî dahatên wan nivî vê pereyê nake neçar dimînin û berê xwe didin sazî û dezgehên xêrxwazan da ku pêdiviyên xwe peyde bikin.

Turkiye Dîlan diyar dike: “Mesref pir e lê pere tune, kar jî tune. Em her feqirtîr dibin rewşa me gelek xerab e barê me maddî jî her girantir dibe.”

Herwiha Siltan Yilmaz jî dibêje: “6 zarokên me hene biçûk in, mesref gelek in, jiyana li Stenbolê gelek zehmet û dijwar e. Berê xweş bû lê niha bihabûneke mezin heye em pê perîşan bûn.”