Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan îro serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyên li gel hikûmeta Iraqê, îro serdana Bexdayê dikin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyên ligel hikûmeta Iraqê, serdana Bexdayê dikin.

Pêşewa Hewramanî da zanîn, Herêma Kurdistanê armanca wê ew e ku ligel Hikûmeta Federal bigihe wê encamê ku xelkê Herêma Kurdistanê jî wek hemû navçeyên din ên Iraqê, mafên xwe yên darayî û di nav de mûçe werbigire.

Got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftinên ligel Hikûmeta Federal e, serdana Serokwezîr, Cîgirê wî û tîma hikûmetê, nîşandana niyaza Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo gihiştina encaman û çareserkirina pirsgirêkan bi riya cîbicîkirina rêkeftinan û bi taybet yasaya budceyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî danê sibê di merasima lêxistina zengilê sala nû ya xwendinê li Hewlêrê di gotarekê de gotibû: “Em bi niyaz in ku serdana Bexdayê bikin û hewl bidin bi awayekî aştiyane kêşeyên xwe çareser bikin. bihna me ya fireh, nayê wateya lawazbûna Herêma Kurdistanê, lê xema me ye ku rê nedin kêşe ber bi riyeke din ve biçin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêyên aştiyane çareser bikin û hemû mafên gelê Kurdistanê ên aborî û mafên wî yên destûrî misoger bikin.”

Da zanîn jî: “Em dixwazin serdana aliyên siyasî yên Bexdayê bikin û bizanin çima bi vî rengî bersiva gelê Kurdistanê tê dayîn. Dema gelê Kurdistanê hemû xelkê hembêz kir, me hêvî dikir ku hemû Iraqî jî berevaniyê li maf û sayesteyên gelê Kurdistanê bikin. Em dixwazin bizanin çima siyaseta birçîkirina gelê Kurdistanê dimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku serkeftina Herêma Kurdistanê, serkeftina tevahiya Iraqê ye.”