Efrîn.. Çekdaran bijîşkek û 4 kesên din revandin

Dr. Lezgîn Salih
Dr. Lezgîn Salih

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes revandin, di nav wan de bijîşkek heye.​

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de belav kir, çekdarên mîlîşyaya Polîsa Leşkerî welatiyê ji roja 5ê Îlona 2023an ve Dr. Lezgîn Salih ji mala wî ya bajarê Efrînê revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn jî, Dr. Lezgîn Salih bijîşkê dil e û pêştir di sala 2018an de jî ji aliyê çekdarêm Ehrar El-Şerqiyê ve hatibû revandin û piştî dayîna fidyeyê, hatibû berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, çekdarên mîlîşyaya El-Hemzat ji roja 9ê Îlonê ve xortê bi navê Mihemed Henan Husên li rêbenda gundê Kîmarê yê li navçeya Şêrewa revandin û li hember berdana wî, daxwaza fidyeyê dikin.

Herwiha got jî, çekdarê mîlîşyaya Polîsa Leşkerî ji roja 6ê Îlonê ve welatiyê bi navê Haşim Xezal ji bajarokê Cindirêsê revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, çekdarên mîlîşyaya Polîsa Leşkerî ji roja 5ê Îlonê ve welatiyê bi navê Ismet Mihemed li rêbenda gundê Meydana revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn jî, çekdarên mîlîşyaya Polîsa Leşkerî ji roja 24ê Tebaxa borî ve xortê bi navê Şiyar Remzî Şêxo li gundê Hesen Dêra revandin û piştî ku 1100 da, hate berdan.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.