Parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasaya naskirina parêzgeha Helebce dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro pêncşemê 14.9.2023an Parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasaya naskirina parêzgeha Helebceyê bide.

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê karnameya rûniştina îro belav kir û tê de hatiye, dê deng li ser 6 projeyasayan were dayîn, ji wan jî projeyasaya naskirina Helebce wek parêzgeha 19emîn a Iraqê ye.

Pêştir Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihandibû, Serokatiya Parlamentoya Iraqê razemendî da ku Helebce bikeve rojeva parlamentoyê ji bo dengdan li ser wê bê kirin.

Encûmena Wezîran a Iraqê roja 13ê Adara 2023an ew projeyasa pesend kir û piştre ji bo pesendkirinê şand Encûmena Nûnerên Iraqê.

Di rûniştina 2ê Nîsanê de xwendina yekem û di 4ê Gulanê de xwendina duyem ya projeyasaya parêzgeha Helebceyê hate kirin.

Projeyasa ji 4 madeyan pêk tê û diyar dike ku Helebce dê bibe parêzgeha 19emîn a Iraqê, bajarê Helebce jî dê navenda wê parêzgehê be.