Li Hesekê erdhejek bi hêza 4.5 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro berbangê erdhejek bi hêza 4.5 pile li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê rû da, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin.

Navenda Erdhejê ya Ewropî-Deryaya Naverast ragihand, erdhejek bi hêza 4.5 li gorî pîvera Richterê û 10 kîlometran di bin erdê de li parêzgeha Hesekê.

Welatiyên Hesekê hest bi erdhejê kirin, lê di encama erdhejê, ti ziyanên madî û mirovî nehatine tomarkirin.

Di 6ê Sibata borî de erdhejeke wêranker li Efrîn û bakurê Sûriyê rû dabû ku di encamê de nêzîkî 6 hezar kesan canê xwe jidest dab, sedan birîndaran û bi hezaran xanî hilweşiyan.