Seidî Pîre: Çûna bi hev re bo Bexdayê serkeftinek mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre îro Pêncşemê ragihand, neşandina mafên gelê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal ve, ji ber nebûna yekrêziya aliyên Kurdistanê ye.

Seidî Pîre ji Kurdistan 24ê re got: “Her dema ku em bi hev re bûn û yekrêz bûn, me karekî baş û mezin kiribû. Her dema em nakok bûn jî, me ziyanên mezin gihandin xwe û miletê xwe.”

Da zanîn jî, “Cibicînekiein rêkeftinan ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û piştguhxistina mafên gelê Kurdistanê, ji ber nakokiyên me yên siyasî û nebûna yekrêziyê ye.”

Seîdî Pîre got: “YNK û PDKê ji mêj ve bi hev re kar dikin, eger nekaribin yekrêz bin, dê çawa karibin daxwazên gelê me pêk bînin.”

Herwiha got: “Ev pêngava îro ku em bi hev re çûne Bexdayê, serkeftinek mezin e û xelkê me pê kêfxweş e. Kêşe dê çareser bibin, lê nabe em çaverê bin her tişt di yek civînê de çareser bibe, lê ev destpêkek baş e.”

Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê dike.