Mesrûr Barzanî: Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê civîna îro ya ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd de ragihand, “Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) derbarê naveroka civîka ligel Serokomarê Iraqê de nivîsî: “Me îro ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa Kerkûk û Şingalê û pirsgirêkên darayî gotûbêj kirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne.”
Today in Baghdad, I met with President @LJRashid. Our agenda focused on the situation in Kirkuk and Sinjar, in addition to the Erbil-Baghdad disagreements.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) September 14, 2023
I urged the President of the Federal Republic to use his powers as the protector of the Constitution. pic.twitter.com/UXszFpwX59