Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Ayad Elawî civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê civiya.

Peyamêrê K24ê da zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Ayad Elawî civiya.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, biryar e piştî vê civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Nasir Heyder Ebadî bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û şanda pê re îro danê sibê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin kir. Endamekî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji K24ê re ragihand, civîna li gel Sûdanê erênî bû û “nûçeyên baş hene”

Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.