Mesrûr Barzanî: Pêwîst e kêşeya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de bê çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro peyamek derbarê civîna xwe ya li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de belav kir û tê de ragihand, “Di hevdîtinê de min tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û rêkeftinan kir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro piştî nîvro li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya. Di civînê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmarek wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Derbarê civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Em îro ligel birêz Qubad Talebanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê birêz Mihemed Şiya Sûdanî civiyan. Di hevdîtinê de min tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û rêkeftinan kir.”

Ragihand jî, “Min tekezî li ser wê yekê kir ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyê karmendan bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin, pêwîst e di zûtirîn dem de pirsgirêk bên çareserkirin û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê êdî li benda wergirtina mafên xwe nemînin. Herwiha me bi bîr xist ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bicih anîne û heman hêviyên me ji Hikûmeta Iraqa Federal jî hene.”

Destnîşan kir jî, “Birêz Sûdanî amadehiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasayan nîşan da û tekez kir ku divê her aliyek hewl bide bo dabînkirina piştgiriya siyasî bide, da ku di zûtirîn dem de çareseriyek ji bo hemû pirsgirêkan bê dîtin.”

Serokwezîr got jî: “Bi dîtina me, Iraq xwediyê sermayeyekî mirovî û sirûştî yê mezin e û bi avakirina jîngeheke libar û rêvebirineke baş, dê hemû Iraq ber bi qonaxeke pêşketîtir û geşetir ve biçe.”