Civîna Mesrûr Barzanî û Heyder Ebadî dest pê kir

Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî dest pê kir.

Hewlêr (K24) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî dest pê kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir, piştî vê civînê, biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî bicive.

Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Derbarê civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Em îro ligel birêz Qubad Talebanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê birêz Mihemed Şiya Sûdanî civiyan. Di hevdîtinê de min tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û rêkeftinan kir.”

Ragihand jî, “Min tekezî li ser wê yekê kir ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyê karmendan bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin, pêwîst e di zûtirîn dem de pirsgirêk bên çareserkirin û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê êdî li benda wergirtina mafên xwe nemînin. Herwiha me bi bîr xist ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bicih anîne û heman hêviyên me ji Hikûmeta Iraqa Federal jî hene.”

Destnîşan kir jî, “Birêz Sûdanî amadehiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasayan nîşan da û tekez kir ku divê her aliyek hewl bide bo dabînkirina piştgiriya siyasî bide, da ku di zûtirîn dem de çareseriyek ji bo hemû pirsgirêkan bê dîtin.”

Serokwezîr got jî: “Bi dîtina me, Iraq xwediyê sermayeyekî mirovî û sirûştî yê mezin e û bi avakirina jîngeheke libar û rêvebirineke baş, dê hemû Iraq ber bi qonaxeke pêşketîtir û geşetir ve biçe.”