Wezareta Derve ya Amerîkayê bo K24: Em pêşwaziyê li gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin

Washington (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew pêşwaziyê li berdewamiya gotûbêja di navbera Hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de dikin.

Li ser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên girêdayî budce û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew pêşwaziyê li gotûbêjên berdewam ên navbera rayedarên her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendê dikin.

Derbarê beşa budceya Herêma Kurdistanê di budceya federal a Iraqê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, ew ji rayedarên her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku kêşeyên girêdayî budceyê wek di destûrê de tê daxwazkirin, çareser bikin, bi awayekî ku sûdê bigihîne hemû welatiyên Iraqê.

Roja Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”