Parêzgarê bajarê Guernica bo K24: Em ligel Helebceyê dibin destexwişk

Parêzgarê bajarê Guernica yê Îspanyayê ragihand, ew kêfxweş dibin bi destexwişkbûna Helebce û Guernica û eşkere kir, hemû amadekarî hatine kirin.

Guernica (K24) – Parêzgarê bajarê Guernica yê Îspanyayê ragihand, ew kêfxweş dibin bi destexwişkbûna Helebce û Guernica û eşkere kir, hemû amadekarî hatine kirin û dikarin pêwendiyên baş di navbera her du bajaran de pêk bînin.

Roja Înê 15ê Îlona 2023an, Parêzgarê Guernica Jose Maria ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em dizanin Kurdan êş û janên mezin dîtine, em xweşhal dibin bi destexwişkbûna Helebce û Guernica, hemû amadekarî hatine kirin û dikarin pêwendiyên baş di navbera her du bajaran de pêk bînin.”

Jose Maria li ser destexwişkbûna bajarê Guernica ligel Helebceyê diyar kir: “Ez gelek xweşhal dibin bi vê biryarê wek parêzgar û ew nûnerên kar li ser nêzîkkirina herdu aliyan dikin, em di rûniştina xwe de li ser vê mijarê axivîn, piştî amadekariya ji bo destexwişkbûna navbera me, ku hemû rêkar temam bûne û bernameyeke giştgîr û erênî ye, em hêvî dikin ku sûdê bide her du aliyan.”

Parêzgarê Guernica destnîşan kir: “Min gelek caran hewl daye ku zanyariyên temam li ser Kurdan bi dest bixim, di destpêkê de min nedizanî ku çi bi serê Kurdan de hatiye, Kurd jî xwedî çanda xwe ne, zimanê wan ê taybet heye, ew jî divê azad bin di jiyana xwe de ku çawa bixwazin bijîn.”

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îspanyayê çend meh in kar li ser nêzîkbûn û destexwişkbûna her du bajarên Helebce û Guernica dike, ku her du bajar jî pêştir hatine kîmyabarankirin û gelek qurbanî dane.

Guernica bajarekî herêma Bilbao ya Îspanyayê ye û destexwişkbûna ligel Helebceyê, pêwendiyên kultûrî û pêşvebirina pêwendiyan û nasandina wan karesatên berê bi ser wan de hatine,  li xwe digre.