Zelensky serdana Kongresa Amerîkayê dike û ligel Biden jî dicive

Li gor zanyariyên medyaya Amerîkayê, roja pêncşema hefteya bê, Volodimir Zelensky ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî dicive.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky serdana Koşka Spî û Kongresa Amerîkayê dike.

Hejmarek rayedarên Amerîkî ku nexwestine navên wan were eşkerekirin, ji medyaya welatê xwe re ragihandine, serdana Zelensky piştî beşdarbûba civîna Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, dê were encamdan.

Li gor zanyariyên medyaya Amerîkayê, roja pêncşema hefteya bê, Volodimir Zelensky ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî dicive.

Niha li Kongresa Amerîkayê, alîkariya zêdetirî 21 milyar dolar ji bo Ukraynayê gotûbêj li ser tê kirin û bûye mijara gengeşiyê.

Hinek ji Komariyên nav Kongresê pêwîst dibînin ku dawî li alîkariyên Ukraynayê bînin û xercyên di budceya federalî de werin kêmkirin.

Di Kanûna 2022an de Zelensky serdana Washingtonê kir û li Kongresê gotarek pêşkêş kir û behsa wê yekê kir ku ew alîkariyên pêşkêşî Ukraynayê têne kirin, ne bexşîş e, ji bo asayîşa cîhanî û demokrasiyê veberhênan e.