Erdheja Mexribê ziyan gihandiye nêzîkî 50 hezar xaniyan

Ji ber erdheja bi hêza 7.2 pile ya Mexribê (Fas), nêzîkî 50 hezar xanî bi temamî yan jî beşek ji wan hilweşiyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber erdheja bi hêza 7.2 pile ya Mexribê (Fas), nêzîkî 50 hezar xanî bi temamî yan jî beşek ji wan hilweşiyan.

Li gor daxuyaniya Dîwana Padîşahiya Mexribê, civîneke taybet bi serokatiya Şah Mihemedê Şeşem hatiye sazkirin ji bo aktîvkirina bernameya rewşa bilez ji bo gihandina alîkariyên pêwîst û dabînkirina pêwîstiyên mayînê yên ziyandîtiyên erdhejê.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li wan pênc deverên ku erdhej bi bandor bûye, nêzîkî 50 hezar xanî bi temamî yan beşek ji wan hilweşiyane, hikûmet bi bihayê 30 hezar dîrhem (nêzîkî sê hezar dolar) alîkariyên bilez ji bo malbatên ziyandîtiyan dabîn kiriye.

Herwiha hatiye diyarkirin: “Bi qasî 140 hezar dîrhem (nêzîkî 14 hezar dolar) alîkariya rasterast a maddî ji bo wan kesan tê kirin, ku xaniyên wan bi temamî hilweşiyane, bi qasî 80 hezar dîrhem jî (nêzîkî 8 hezar dolar) alîkariya maddî ya rasterast jî ji bo kesên ku beşek ji xaniyên wan rûxiyane.”

Roja Înê, 8ê Îlona 2023an, nêzîkî demjimêr 23:10 xulek bi dema Mexribê, erdhejekê bi hêza 7.2 pile li navçeya El Hûz a ser bi Merakeşê rûda û di encamê de zêdetirî 3 hezar kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.