Sekreterê Giştî yê NATO: Şerê li Ukraynayê dê demdirêj be

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg dûr dibîne ku şerê li Ukraynayê zû bidawî bibe, di demekê de ku Kîev li ser êrîşên xwe li dijî Rûsyayê berdewam e.

Stoltenberg îro di hevpeyivînekê de ligel koma medyayî ya Almanî “Funke” got, “Piraniya şeran ji dema ku tê pêşbînîkirin dirêjtir dom dikin, ji ber vê yekê, divê em xwe ji bo şerekî demdirêj li Ukraynayê amade bikin.”

Şerê di Sibata 2022an de li Ukraynayê bi êrîşên hêzên Rûsî dest pê kir, piştî dehsalan cara yekem e ku li Ewropayê rû dide.

Kîev jî di Hezîrana borî de dest bi êrîşeke li ser cihên ku Rûsya li başûr û rojhilatê welat desteser kiribûn kir, lê pêşkeftina ku bidest xistibû sînordar bû.

Stoltenberg got: “Em hemû hêvîya aştiyeke bilez dikin”. Herwiha got: “Lê di heman demê de divê em zanibin: Eger Serok Zelensky û Ukraynî şer rawestînin, Ukrayna wê namîne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê tekez kir jî: “Lê ger Serok Putîn û Rûsya çekên xwe deynin wê demê em ê aşitiyê pêk bînin.”

Stoltenberg derbarê xwastekên Ukraynayê yên tevlîbûna bo NATOyê de jî diyar kir ku “Guman tune ye ku Ukrayna di dawiyê de dê bibe endamê NATOyê.”