Îtîlaf "kampanyaya nû" ya li dijî penaberên Sûrî li Libnanê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) binpêkirinên ku ji aliyê desthilatên Libnanî ve li dijî penaberên Sûrî tên kirin şermezar dike û daxwaz ji Komisyona Bilind a Penaberan dike ku proseya dersînorkirina penaberan ji wî welatî rawestîne.

Îtîlafê di daxuyaniyekê de ragihand, desthilatên Libnanî di çarçoveya oerasyoneke nû hejmarek ji penaberên Sûrî girtin, li wan dan û kelûbelên wan şikandin.

Îtîlafê ji bo rizgarkirina penaberên Sûrî, daxwaza destêwerdana bilez û rasterast ji Komîseriya Bilind a Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan û rêxistinên pêwendîdar ên Netewên Yekgirtî kir.

Herwiha Îtîlaf dibêje, eger penaber ji bo deverên di bin kontrola rêjîma Esed de bên dersînorkirin, dê rûbirûbûyî girtin, eşkencedan û heta kuştinê bibin, ji ber ku bi dehan raport û vekolîn tekez dikin ku penaberên bi zorê hatine derkirin rastî girtin û îşkenceyê hatine û ku bûne sedema mirina hejmarek penaberan.

Îtîlafê daxwaz ji hikûmeta Libnanê kir jî, bilez derkirina penaberan rawestîne û pabendî mafên penaberan, yasa û normên navdewletî, nirx û pirensîpên mirovî yên ku mafê penaberan di jiyaneke bi ewle de gerentî dike, bibe.

Îtîlaf tekez dike jî, “Sûriye bi hebûna rêjîma Esed, ne jîngeheke ewle ye ji bo vegerandina penaberan, û her karek ji bo derbiderkirina wan, tê wateya beşdariya rasteqîne di tawanekê de.”

Ev daxuyaniya Îtîlafê di demekê de ye, Tirkiye ji destpêka sala 2023an ve penaberên Sûrî dersînor dike û heta niha vê hevpeymaniya opozîsyonê, ti daxuyaniyeke şermezarkirinê di vê derbarê de nedaye.

Li gorî UNHCR, Lubnan mêvandariya 1.5 mîlyon koçberên Sûrî dike, 880 hezar ji wan li Komîseriya Bilind a Koçberan hatine tomar kirin û 400 jî karker in.

Libnan ji sala 2017an de, dest bi proseya vegerandina penaberan bo Sûriyê kiriye, di dema ku desthelata Libnanê dibêje proseya vegerê ne neçarî ye, Netewên Yekgirtî daxwaz ji Libnan dike proseyê rawestîne ji ber ku gelek ji penaberên vegeryayî rastî girtinê hatine.