Li Silêmaniyê teqînek di malekê de rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê teqînek di malekê de teqînek rû da. Li gorî zanyariyên destpêkê, kesekî canê xwe ji dest daye.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro danê piştî nîvro teqînek li mala efserekî Wezareta Pêşmerge yê bi pileya Muqedem li taxa Kaniya Kurdan a Silêmaniyê rû da.

Da zanîn, di encama teqînê de wî efserî canê xwe ji dest daye.

Li gorî peyamnêrê K24ê, hin bombeyên ku ji bo nêçîrkirina masiyan dihat bikaranîn, li ser banê mala wî efserî bûn û teqiyane.

Termê wî efserî ji bo Bijîşkiya Dadwerî ya Silêmaniyê hatiye şandin û hêzên polîs û asayîşê li cihê bûyerê ne û dest bi lêkolînê kirin.

Heta niha, Rêveberiya Polîsa Silêmaniyê û dezgehên pêwendîdar ti daxuyaniyek derbarê bûyerê de nedane.