Şaxewan Ebdullah: Em hewl didin mûçeyên karmendan ji xerciyên rastîn cuda bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê dibêje, wan 120 îmza ji bo cudakirina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ji xerciyên rastî kom kirine.

Encûmena Wezîrên Iraqê duhî Yekşemê biryar da ku ji bo mûçeyên sê mehan ên karmandên Herêma Kurdistanê, 2 trilyon û 100 milyar dînar wek deyn bişîne Herêma Kurdistanê.

Di vê derbarê de Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji rojnamevanan re got: “Pereyên ku Encûmena Wezîran a Iraqê biryar daye ku bişîne Herêma Kurdistanê, dê ji bo mûçeyên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê bin. Em hewl didin ku mûçeyên karmendan ji xerciyên rastîn cuda bikin û çareyek ji bo sê mehên din jî bibînin.”

Ebdullah got: “Me nêzîkî 120 îmza ji bo cudakirina mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xerciyên rastîn weke parêzgehên din ên Iraqê kom kirine, em ê  wê bikin projeyasayek ji bo li parlamentoyê were sererastkirin.”

Amaje bi wê yekê kir: “Hemû alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku mûçeyê karmandên Herêma Kurdistanê bi pirsên siyasî re neyê tevlihevkirin û em ber bi sererastkirina vê madeyê ve diçin (maddeya girêdana mûçeyên karmendan bi xerckirina rastîn re).