Li Parlamentoya Iraqê dengdana li ser parêzgehbûna Helebceyê hat paşxistin

Serokatiya Parlamentoya Iraqê dengdana li ser projeyasaya parêzgehbûba Helebceyê bo sibe sêşemê paş xist.

Hewlêr (K24) – Serokatiya Parlamentoya Iraqê dengdana li ser projeyasaya parêzgehbûba Helebceyê bo sibe sêşemê paş xist.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand, beriya demeke kin civîna Parlamentoya Iraqê dest pê kir, lê belê Serokatiya Parlamentoya Iraqê dengdana li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê, bo sibe sêşemê, 19ê Îlona 2023an paş xist.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, biryara paşxistina dengdanê, li ser daxwaza hejmarek parlamenterên fraksiyonên Şîe bûye.

Ev di demekê de ye ku îro duşemê 18ê Îlona 2023an, Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji K24ê re diyar kir, roja pêncşema borî, 14ê Îlonê, ligel piraniya fraksiyonên Parlamentoya Iraqê ku hejmara wan nêzîkî 100 parlamenter e, gotûbêj kirine û soza wê yekê hatiye dayîn ku beşdarî rûniştina îro ya parlamentoyê bibin û deng li ser parêzgehbûna Helebceyê bidin.